Amerîkayê hejmara leskerên li Rojavayê Kurdistanê bimînin eskere kir

10 November 2019 20:11 0 dîtin
Amerîkayê hejmara leskerên li Rojavayê Kurdistanê bimînin eskere kir

PeyamaKurd - Sererkanê Artêşa Amerîkayê Mark Milley ragihand ku li gorî plana wan kiriye, dê 600 leşkerên Amerîkî herêmê bimînin.

Milley draxuyanî da medya Amerîkayê û li ser pirsa bicihkirina hêzên Amerîkî li bakur û rojhilatê Sûriyê (Rojava) got ku ew plan dikin 600 leşkerên wan li herêmê bimînin.

Beriya niha Serokê Amerîka Donald Trump piştî biryara vekişînê car din biryar dabû ku leşkerên Amerîkî ji bo parastina herêmên petrolê li Sûriyê bimînin û karê hevbeş ê ligel HSDê jî berdewam bikin.

Îro jî bi zarê çavkaniyên herêmî hatibû ragihandin ku piştî biryara vekişînê, 300 leşkerên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê hatine vekişandin û ji destpêka meha Mijdarê ve jî 2 hezar leşkerên Amerîkî vegeriyan binkeyên xwe yên bakur û rojhilatê Sûriyê.