Amerîkayê hisyarî da Çînê: Em li cem hevalbendên xwe ne!
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin got, Amerîka ligel welatên ku li dijî "reftara tundûtûjiyê" ya Çînê şer dikin, radiweste.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin ku ji bo beşdariya çend civînan ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bike li Australya ye, ligel Wezîrê Berevaniya Awustralya Richard Marles civiya.
Austin beriya civînê di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de diyar kir, ew ê piştgiriya welatên hevalbendên Amerîkayê yên ku xwe li hember Çînê diparêzin bidomînin û bal kişand ser vê yekê ku "Ji Deryaya Çînê ya Rojhilat heta Behra Çînê ya Başûr û li başûrê rojavayê Pasîfîkê zexta Çînê heye."
Wezîr Austin destnîşan kir, her du welat fikarên xwe yên ji ber binpêkirina Çînê ji qanûn û pîvanên navneteweyî re parve dikin.
Blinken û Austin ji bo civînên dualî li Brisbane ne ku fîloya keştiyên bihêza nukleerî di nav hêzên deryayî yên Avusturalya de peyda bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin