Serê aborî yê Çîn û Amerîkayê gur bû: Çînê hisyarî da wan kompaniyan

11 June 2019 16:29 0 dîtin
Serê aborî yê Çîn û Amerîkayê gur bû: Çînê hisyarî da wan kompaniyan

PeyamaKurd – Hikûmeta Çînê piştî ku bi fermana Trump kompaniyên wekî Dell, Samsung û Mcrosoftê firoştina teknolojiyê bo markeyên Çînê yên wekî Huewei rawestandin ket tevgerê.

Li gorî nûçeya New York Timesê rayedarên hikûmeta Çînê bi rêveberên kompaniyên Dell, Samsung û Mcrosoftê re hefteya borî civînek lidar xistine û hişyarî dane wan û gotine, heger ew qedexeyên deynin ser markeyên Çînê li gorî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump, ew ê jî hemleyekê li dijî wan bikin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku rayedarên Çînê ji wan kompaniyan re gotine, astengkirina parvekirina teknolojiyê di navbera kompaniyên Çîn û Amerîkayê de, li dijî reqabeta kurewî ye û yên ku vê berdewam bikin jî divê encamên wê qebûl bikin.