Amerîkayê, ji bo alîkariyê biryareke nû ragihand
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di serdana xwe ya Tirkiyeyê ya ji ber erdhejê de ragihand ku ew ê rêjeya alîkariya mirovî ji bo Tirkiyeyê zêde bikin.
Antony Blinken ku ji ber erdhejên navenda wê li Mereşê bû û bû sedema wêraniya li 11 bajarên bakur û Tirkiyeyê her wiha rovaja û Suriyeyê, serdana Edeneyê kiribû û di vê serdana xwe de ragihand ku dê Amerîka alîkariya mirovî ya ji bo mexdûrên erdhejê bike 185 milyon dolar.
Blinken, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wêneyên Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê ya ku pakêtên alîkariyê lê barkirin parve kir û da zanîn ku ji bo mexdûrên erdhejê yên li Tirkiye û Suriyeyê, ji aliyê Amerîkayê ve 185 milyon dolar hatiye ragihandin û wiha got:
"Kompaniyên civak û kesên Amerîkî jî bi comerdî alîkariyê dikin. Spas ji tîmên USAID re ku bê westan xebitîn da ku alîkariya lezgîn peyda bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin