Amerîkayê ji bo HSDê û Rojavayê ji Danîmarkayê daxwazeke taybet kir

10 July 2019 11:02 0 dîtin
Amerîkayê ji bo HSDê û Rojavayê ji Danîmarkayê daxwazeke taybet kir

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Amerîkayê ji Danîmarkayê xwestiye ku leşkeran bişîne Sûriyê û perwerdeyê bide Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku pêşengiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike.

Li gorî nûçeyên medya Danîmarkî, Amerîkayê ji Danîmarkayê xwestiye  ku leşkeran bişîne Sûriyê û şervanên şervanên HSDê perwerde bike.

Ev daxwaza Amerîkayê li Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Parlementoya Danîmarkayê jî hat gotubêjkirin û tê gotin ku hikûmeta Danîmarkayê ku meha borî hatiye ser kar di vebijarkên Tirkiyê û Amerîkayê de bi pêvajoyeke sext re rû bi rû ye.

Wezareta Berevaniyê ya Danîmarkayê û Wezareta Karûbarên Derve derbarê mijarê de tu daxuyanî nedan. Derbarê bersiva Danîmarkayê bo Amerîkayê jî de tu agahî nehatin zelalkirin.