Amerîkayê, li ser operasyona Tirkiyeyê daxuyanî da!
PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Ned Price, di derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Rojava û axên Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat gotin ku ew ê dijderketina xwe ya li dijî ‘çalakiya nekoordînekirî ya leşkerî’ berdewam dikin.
Ned Price bi rêya daxuyaniyê got,
“Amerîka, ji bo wendahiyên giyanî yên ku li Suriye û Tirkiyeyê çêbûne, peyamên xwe yên sersaxiyê yên dilsoz araste dike. Em bang dikin ku li Suriyeyê jiyana sivîlan were parastin û ji bo piştgiriya têkbirina IŞÎDê were kirin, em banga kêmkirina hêrsê dikin.
Em di mijara binpêkirina serweriya Iraqê de lihemberderketina hemû çalakiyên bêkoordîne yên leşkerî jî dewam dikin.”
Her wiha li ser heman mijarê ji aliyê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ve jî daxuyaniyeke bi vî rengî hatibû dayîn. Di vê daxuyaniyê de jî li ser binpêkirina serweriya Iraqê hatibû rawestandin û hatibû diyarkirin ku ew ê dijderketina xwe ya li ser vê binpêkirinê, berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin