Amerîkayê pêsnûmeya ji bo Xezeyê veto kir
PeyamaKurd - Amerîkayê li Encûmena Asayîşa Navdewletî, pêşnûmaya ji bo alîkariyên mirovî biçin Xezeyê navberê bidin pevçûnan veto kir.
Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndart bûn, Ji 7ê Çiriya Pêşînê ve didome.
Piştî Rûsya û Îmarata Erebiyê, Encûmena Asayîşa Navdewletî ji bo civîna awarte vexwend, ji bo guftûgokirina êrişa li Xezeyê civîneke awarte li dar xist.
Li ser Pêşnûmeya Brezîlyayê ya derbarê şerê Îsraîl-Hemasê dengdan hat kirin.
Li ser pêşnûmeyê 12 dengên erê, 2 dengên bêalî û yek jî dengê na hatin dayîn.
Di Encûmena Asayîşa Navdewletî de ku ji 15 endaman pêk tê, Rûsya û Brîtanyayê ji bo pêşnûmeyê bêalî man û Amerîkayê jî dengê na da.
Ji ber ku Amerîka yek ji endamên daîmî yê Encûmena Asayîşa Navdewletî ye bi dengê wê, ew pêşnûme hate veto kirin.
Di pêşnûmeyê de banga rawestandina şer hatibû kirin da ku alîkariyên mirovî derbasî Xezeyê bibin.
Di pêşnûmeyê de êrişên Hemasê û her cure tundiya li dijî sivîlan hat şermezarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin