Amerîkayê roja Semiyê karwaneke mezin a leskerî sand Rojava

21 July 2019 16:19 0 dîtin
Amerîkayê roja Semiyê karwaneke mezin a leskerî sand Rojava

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku karwaneke mezin a leşkerî ya Amerîkayê ku ji gelek TIRan pêk dihat doh roja Şemiyê bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/YPG) hatiye şandin.

Li gorî nûçeya Al Masdar Newsê sewqîyata mezin a leşkerî ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin, bi ser Herêma Kurdistanê de ji Rojavayê Kurdistanê re hatiye şandin.

Hêjayî gotinê ye, hêzên Kurdî piştî kontrolkirina herêma dawî ya DAIŞê Baxozê ev demek e bi hevkariya hêzên hevpeymaniyê operasyonên paqijkirina şaneyên DAIŞê berdewam dikin.

Li demeke ku sewqiyata leşkerî dewam dike de, li aliyê din ê sînor jî artêşa Tirkiyê bi berdewamî hêzên xwe li ser sînor zêde dike ku ev jî wekî amadekariya operasyonekê li dijî YPG-Rojavayê Kurdistanê tê nirxandin.