ANALÎZ | Plana Nû: Gelo mebesta Tirkiyê ya hedefgirtina lîderan felckirina rêxistinê ye?
PeyamaKurd - Tevî gefên berdewam ên operasyoneke nû ya leşkerî ya Tirkiyê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Enqere herwiha bi balafirên bêpîlot (SÎHA) û topbaranan êrîşên xwe yên dijî fermandar û endamên HSDê didomîne.
Li gorî rapora ku Syrian Directê berhev kiriye, artêşa Tirkiyê ji meha Gulanê ve êrîş û operasyonên xwe yên dijî endam û saziyên HSDê li Rojavayê Kurdistanê berfireh kirine.
Ji destpêka meha Tîrmeha 2022yan heta 20ê Tebaxê ji fermandar û endamên HSDê 24 kes hatin kuştin. Ev hejmar nîşan didin ku Tirkiyê operasyona xwe ya behs dike daye destpêkirin. Derbarê van êrîşên berdewam de, çavkaniyên ewlehiyê û yên leşkerî yên HSDê şîroveya ku ‘Tirkiyê şerekî ne rasterast’ daye destpêkirin dikin.
“Ji meha Tîrmehê heta Tebaxê hejmara mirinan zêde bû”
Hatiye belgekirin ku di êrîşên Tirkiyê de sivîl jî dibin hedef. Ji destpêka meha Tîrmehê heta 26ê Tebaxê li Rojavayê Kurdistanê 13 ji wan xelkê sivîl 34 kes hatin kuştin û 18 sivîl jî birîndar bûn.
Di vê rewşa aloz de, şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ku piştevaniya HSDê dike, 23yê Tebaxê serdana bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê kir.
16ê Tebaxê balafireke şer a Tirk li gundekî Kobanî êrîşî binkeyeke leşkerî ya rejîma Sûriyê ku di bin kontrola HSDê de ye, kir. Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di wê êrîşê de, bi giştî 19 kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Piştî 3 rojan jî baza bajarê El Babê yê di bin kontrola komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye, bi moşekan hat hedef girtin. Di wê êrîşê de, 5 ji wan zarok 14 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bû. Hin rêxistinên Sûriyeyî bi berpirsiya êrîşê HSD tawanbar kirin, lê HSDê red kir.
“Plan: Bi hedefgirtina lîderan felckirina rêxistinê!”
Heman roja ku Tirkiyê binkeya leşkerî ya rejîma Sûriyê û HSDê bombebaran kir, li Qamişlo jî Muhsîn Yagan ê bi nasnavê Dijwar Silopî ji aliyê Tirkiyê ve hat kuştin. Silopî yek ji berpirsên PKKê bû.
Di operasyoneke din de, fermandarê Partiya Jiyana Azad (PJAK) Yûsûf Mehmud Rebanî, 6ê Tebaxê bi êrîşa droneke Tirk li navçeya Sinayê hat kuştin. PJAK di heman demê de baskekî PKKê ye.
Dîsa hat eşkere kirin ku 30yê Tîrmehê yek ji fermandarên PKKê Nusret Tebîs li Hesekê hatiye kuştin.
Tirkiye di êrîşên xwe yên endamên HSDê û saziyên girêdayî wan dikin armanc de, baweriya xwe bi dronan tîne. Generalê Sûrî û pisporê leşkerî Ahmed Hamada dibêje, “Drone li gorî balafirên şer çekên arzan in û jiyana pîlotan jî naxin xeterê.”
Li gorî nirxandina Hamada, Enqere bi van operasyonên dawî hewl dide, “kapasîteya rêxistinê felc bike û bi mebesta cudakirina lîderan ji rêxistinê jî li dijî lîderên çalak van operasyonên taybet” pêk tîne.
Jêderekî leşkerî yê ji nav HSDê dibêje; “Fermandarên ku Tirkiye wan dike hedef di astên rêxistinî, îdarî û leşkerî yên HSDê de ne kesên bi bandor in” û vê jî lê zêde dike: “Ji ber hedefgirtinê bivê nevê di tevgera lîder û hêzên HSDê de astengî çêdibin.”
Jêderê HSDê wiha dewam kir: “Navên bi bandor, heke pêwîst neke û dewriyeyên Amerîkayê ne ligel wan bin, binkeyên xwe bernadin.”
“Rûsya û Îran li dijî operasyonan e, lê Tirkiye bi biryar e”
Ji dema ku Tirkiyê qala operasyona xwe ya muhtemel a dijî HSDê kiriye ve, ango ji meha Gulanê ve, di serî de Amerîka û welatên Ewropî di asta navdewletî de bertek nîşan dan. Bi taybetî jî hevpeymanên rejîma Sûriyê yên Tehran û Moskowê operasyon red kirin.
Erdogan di vegera lutkeya Tehranê de, ji rojnamevanan re ragihand ku hîn jî bijardeya operasyona leşkerî li ser maseyê ye.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, di daxuyaniya xwe ya 21ê Tîrmehê de, got ku “welatê wî ji bo hereketên leşkerî ti carî destûr nexwestiye û daxwazek wiha jî nekiriye”.
Di çend salên borî de hêzên Tirk, bi piştevaniya Artêşa Milî ya Sûriyê ku ji komên çekdarên opozîsyonê pêk tê, 3 operasyonên leşkerî yên derveyî sînorên xwe pêk anîn.
Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya bi ser HSDê ve, Mehmûd Hebîb got, “Êrîşên Tirkiyê yên Tirkiyê li herêmên kontrola HSDê, ji dema girêdana rêkeftina 2019an a di navbera Tirkiye, Amerîka û Rûsyayê ve heta niha hîç ranewastiyan. Lê belê ji meha Gulanê ve operasyon hîn zêdetir bûn û dewam dikin.”
Hebîb da zanîn, wekî encameke redkirina operasyona Tirkiyê ya leşkerî di qada navnetewî de, “Enqere, topbaranan û navgînên balafirên bêmirov bikar tîne.”
Berdevkê Fermî yê HSDê Aram Hanna jî diyar kir ku zêdebûna êrîşên Tirkiyê, encama ku Tirkiyê nekariye destûrê ji civaka navdewletî bistîne ye.
Ahmed Hamada, êrîşên asmanî yên Tirkiyê wekî alternatîfa êrîşeke bejahî nabîne. Ew dibêje, wê Tirkiye heta ku rê li ber damezrandina rêveberiya kurdî bigire û HSD ji herêma sînorî bê derxistin, operasyonên xwe yên leşkerî berdewam bike.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beriya niha destpêka meha Tîrmehê, ji ber gef û êrîşên Tirkiyê li dijî herêmê, rewşa awarte ragihandibû.
Herwiha HSDê jî di demên dawî de, bi zêdebûna êrîşên dijî fermandar û hêzên wan re, dest bi helmeta girtina kesên ku texmîn dike, ‘sîxur û ajan in’ kiriye.
Syria Direct | Mateo Nelson
Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin