RAPOR | Brîtanyayê plana penaberan a bi Tirkiyê re hilwesand: Welatekî ne bi ewle ye!
PeyamaKurd – Rojnameya The Times ragihand ku plana Brîtanyayê ya girêdana peymana vegerandina penaberan bo Tirkiyeyê ji aliyê hikûmeta Brîtanya ve hatiye betalkirin.
Li gorî rojnameyê di rapora Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê de, hatiye eşkere kirin ku Tirkiye ji bo vegerandina penaberan ne welatekî bi ewle ye.
Hatiye diyarkirin, ji ber ku yasayên têkoşîna dijî terorê di çarçoveya serbixweyiya darazê de nayên bikar anîn, wan qenaet pê aniye ku Tirkiye ji bo vegerandina penaberan bo Tirkiyeyê ne welatekî bi ewle ye.
The Timesê daye zanîn ku hikûmta Brîtanyayê dixwest, wekî Arnavutê bi Tirkiyeyê re peymaneke penaberan îmze bike, lê bêlê di encama lêkolînan de derketiye holê, Tirkiye ne li gorî krîteran û ji ber ‘dewleteke ne bi ewle ye’ plana bo wê peymanê hatiye hilweşandin.
Hêjayî gotinê ye, li gorî amaran hejmara welatiyên Tirkiyê yên daxwaza penaberiyê li Brîtanyayê kirine di zala 2023an de ji sedî 2 derketiye sedî 10an û Tirkiye ji ber hin dozên li wan kesan hatine vekirin daxwaza radestkirina wan dike.
Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê herwiha ragihandiye, kesên di bin xetera rûbirûbûna zilmê de bin, wê bo welatê Tirkiyê neyên vegerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin