Anketa dawî: Encama hilbijartinê di destê Kurdan de ye!

29 May 2018 11:02 0 dîtin
Anketa dawî: Encama hilbijartinê di destê Kurdan de ye!

PeyamaKurd- Şirketa Lêkolînê ya Remresê ji bo hilbijartinê 24ê Hezîranê ya Serokatiya Tirkiyê anketek çêkir. Li gorî encamên anketê, rayên Tifaqa Cumhûrê û yên Tifaqa Milet nêzîkî hev in û hilbijartin diçe tûra duyem.

Li gorî encamên anketa Remresê rayên namzetan wiha ne:

Tifaqa Cumhûrê (AKP-MHP-BBP): %37,8

Tifaqa Milet (CHP, İP, DP, SP): %37,7

HDP: %9,9

Yên biryar nedane: %7,1

Yên rayên xwe nadin: %7,2

Yên din: %0,3

Li gorî van encaman hilbijartin dimîne tûra duyem. Di tûra duyem de jî rayên HDPê pir girîng in. Rayên HDP û kesên ku biryara xwe nedane, wê encama hilbijartinê tayîn bikin.

Piştî ku yên biryara xwe nedane jî hatin belavkirin, ev encam derdikeve:

Tifaqa Cumhûrê (AKP-MHP-BBP): %43,9

Tifaqa Milet (CHP, İP, DP, SP): %43,7

HDP: %12,1

Yên dî: %0,3