Artêsa Îsraîlê: Me hêrisî mûsekên Hizbûllahê kir

20 September 2024 12:56 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê: Me hêrisî mûsekên Hizbûllahê kir

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan mûşekên Hizbulahê yên ku ji bo hêrişê hatibûn amadekirin kirine hedef.

Artêşa Îsraîlê şeva borî bi balafirên şer êrişî gelek deverên Libnanê kir.

Artêşê daxuyand ku wan 30 platformên mûşekan û 150 rampayên mûşekan kirine hedef ku berê wan li axa Îsraîlê bû û ji bo êrişê hatibûn amadekirin.

Artêşê diyar kir ku wan cebilxaneyên li başûrê Libnanê jî teqandine û topên wan jî herêma Nakurayê kiriye hedef.

Li Rojhilata Navîn metirsiya belavbûna şer

Şerê Hemas û Îsraîlê yê ku 7ê Cotmeha 2023yan dest pê kir berbelav dibe.

Hizbulaha Libnanê û Îsraîl piştî wî şerî jî gelek caran êrişî hev dikin.

Herî dawiyê li Libnanê bi hezaran amûrên pêwendiyê teqiyan.

Li gorî daxuyaniyên fermî yên Libnanê, di van teqînan de 37 kes mirine û 3 hezar kes birîndar bûne.

Libnan dibêje ku Îsraîlê ev êriş kiriye û gefên bersivdayînê dixwe û Îsraîl jî êrişên xwe yên li Libnanê zêde dike.