Artêsa Lubnanê hin deverên Sûriyê topbaran kir

09 February 2025 10:03 0 dîtin
Artêsa Lubnanê hin deverên Sûriyê topbaran kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Lubnanê li heber gefên êrîşê yên dijî xaka Lubnanê de hinek deverên Sûriyeyê topbaran kirin.

Artêşa Lubnanê ragihandiye ku li gorî perspektîfên serokê Lubnanê Josêf Ewn yekîneyên leşkerî yên li sînorên bakur û rojhilat belav bûne bersiva êrîşên li dijî xaka Lubnanê daye û deverên Sûriyeyê hedef girtine.

Pêncşema borî hêzên girêdayî desthilata Şamê dema ber bi bajarokê Hawîk ê sînor de ji bo deriyên qaçaxtiya çekan û tiştên qedexekirî bigirin pêşde çûn, di navbera wan û aliyê Lubnanê de pevçûn çêbûbûn.

Hêjayî gotinê ye, gelek çavkaniyên çapemeniyê yên ji Sûriyeyê û Lubnanê dibêjin, ew alî girêdayî eşîran in û bi Hizbullah re bi kiryarên qaçaxtiyê tawanbar dikin.

Berpirsê artêşa Lubnanê Hisên Xedar demek berê ji El Hura re gotibû, "Tu pevçûn li hundirê xaka Lubnanê pêk nehatin, lê li bajarokên hundirê Sûriyeyê ku lubnanî tê de bi cih bûne, hatin kirin."