Artêsa Meksîkayê 19 endamên kartelê ji nav bir an ku kust

23 October 2024 23:10 0 dîtin
Artêsa Meksîkayê 19 endamên kartelê ji nav bir an ku kust

PeyamaKurd – Li Meksîkayê, li eyaleta Sinaloayê, li bajarê Culiacanê di navbera artêşê û endamên kartelê de an ku çeteyên rêxistinî de şer derket û di encamê de 19 endamên kartelê hatin kuştin û serpereştekî kartelê hat girtin.

Wezareta bergiriyê ya Meksîkayê ragihand ku grûbekî jimara wan ji 30 kesan zêdetir bû, bi çekan li hêzên asayîşê xistine û di encamê de 19 kes ji endamên kartelê hatine kuştin.

Di daxwuyaniya wezîr de hat gotin ku 7 alav, tivingên makîneyî, muhîmmat û 30 çek ketine destê artêşê.