Artêsa Pakistanê 12 mîlîtanên belûcî kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Pakistanê di operasyonekê de ya li herêma Mangoçer a navçeya Kalat a Belûcistanê, 12 mîlîtanên belûcî kuştine.
Medyaya dewleta Pakistanê ragihand ku li ser agahiyekê ku dê wan mîlîtanan hewl bida li herêma Mangoçerê rê bigrin, operasyon hatiye kirin.
Her weha got:
“Di dema meşandina heman operasyonê de, 18 leşkerên pakistanî yên li ser sînorê Belûcîstanê jî hatine kuştin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin