Artêsa Pakistanê operasyon kir ser grûbekî û 8 kesan kust

30 October 2024 20:45 0 dîtin
Artêsa Pakistanê operasyon kir ser grûbekî û 8 kesan kust

PeyamaKurd – Li welatê Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhvayê hêzên asayîşa Pakistanê operasypn kirin ser grûbekî û di encamê de 8 kesên grûbê kuşt.

Pakistanê, navê grûba ku operasyon kirine ser neda ji ber ti carê naxwaze navê grûban û hedefên wan bilêv bike. Pakistan û welatên wekî wê, dema grûbên muxalif tevgerekî dikin wan bi terorê binav dikin.

Di operasyonê de helîkopterên leşkerî jî hatin bikaranîn. Di 25ê Cotmehê de di navbera hêzên asayîşa Pakistanê û Talîbana Pakistanê de şer derketibû û di encamê de polîsekî,10 leşker, 11 hêzên asayîşê û 19 Talîbanî hatibûn kuştin.

Li Pakistanê, bi taybetî gelek caran şer li eyaletên Hayber Pahtunhva û Belucistanê dertê. Li her dû eyaletan jî pirsgirêka netewî ya Peştû û Belûciyan heye ku Pakistan ti heqqekî nade wan.

Ji ber mijarên etnîkî gelek grûb derketine ortê ku doza netewa xwe dikin an dixwazin dewleta wan ya serbixwe hebe.

Pakistan dibêje ku Talibana Pakistanê li Afxanistanê bineciye û êrîşan ji wê derê îdare dike lê Kabil vêya red dike.

Li Belucistanê jî grûba Arteşa Rizgariya Belucistanê (ARB=BLA) heye ku gelek caran êrîşê hêzên Pakistanê dike û dixwaze xelkê Belûc xwe îdare bike.

Li gor Enstituya Lêkolînên Xebat û Ewlehiyê ya Pakistanê; di sala borî de grûba Beluciyan herî kêm 170 êrîş kirine û di encamê de 151 sîvîl û 114 wezîfedarên ewlehiyê hatine kuştin.