Artêsa Sûriyê êrîsê gundê Kenakir ê bi ser Samê kir: 5 kustî û 7 birîndar hene
PeyamaKurd – Artêşa Sûriyê êrîşê gundê bi ser payîtexta Sûriyê, Şamê yê bi navê Kenakir kir û di êrîşê de herî kêm 5 kes mirin û 7 kes birîndar bûn. Di encama êrîşê de otobus û xaniyên di gund de kirin hedef.
Hêzên Sûriyê di wexta êrîş birin ser gund, di navbera wan û çekdarên cîh de şer derket. Piştî şer derket, artêşa Sûriyê ji bejahiyê bi çekan li gund xist.
Kesên mirine gundiyên di xaniyan de û yên di otobusê de bûn e. Di gund de carna şer dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin