Artêsa Îranê li bajarê Serdestê kolberekî Kurd kust
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Serdeştê li gundê Biwaran kolberê bi navê Hêmin Hamza yê 30 salî ji aliyê artêşa Îranê de hat kuştin û 2 kolber birîndar bûn. Cenazê Hêmin Hamza birin nexweşxana Serdeştê lê li deverê rewş xweş nîne û dibe ku di navbera gundiyên Biwaranê û hêzên asayîşê de pevçûn derê.
Li gor ragihandina komela mafên mirovan Hengawê; bûyer raste û hêzên artêşê ji singê de li Hamza xistine, Hêmin Hamza zewicandiye û xwediyê 2 zarokaye.
Di dema kolber malên xwe yên firotinê anîne, hêzên sînor xwestine dest deynin ser malên wan û gundî li hember wan derketine û hêzên sînor bi çekan li gundiyan xistine. Gundî alavekî hêzên asayîşê şewitandiye.
Hat ragihandin ku xwuşka Hêmin Hamza ya bi navê Amîne Hamza jî di bûyerê de birîndar bûye û ji bo dermankirinê wê birine nexweşxana bajarê Ormiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin