Pasdarên Îranê li bajarê Selmasê kolberekî Kurd kust
PeyamaKurd – Hat ragihadin ku îro danê sibê li bajarê Selmas yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd bi guheyên pasdarên Îranê hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.
Malpera Mafên Mirovan Hengawê ragihandiye ku îro danê sibê li gundê Qeşqol yê Selmasê, ku li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê ye, komek kolber rastî êrîşa pasdarên Îranê hatin.
Hat zanîn ku di wê êrîşê de kolberekî bi navê Orhan Gurwer hatiye kuştin û pismamê wî kolberî yê bi navê Seîd Gurwer jî birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin