Artêsa Iraqê: Armanca me parastina xelkê Singal û Êzîdiyan e

05 May 2022 09:34 0 dîtin
Artêsa Iraqê: Armanca me parastina xelkê Singal û Êzîdiyan e

PeyamaKurd – Fermandarê Operasyonên Rojavayê Neynewa Cebar El Taî di derbarê aloziya li Şingalê de axivî û diyar kir, armanca Artêşa Iraqê parastina xelkê Şingal û Êzîdiyan û derxistina komên neyasayî ye.

Li gor zanyariyan, do Artêşa Iraqê dema çû nahiya Sinûnê, di têketina nahiyê de pevçûn di navbera YBŞ a ser bi PKKê û Artêşa Iraqê de derket û pişt re pêleke awarebûnê li navçeyê girt û bi sedan malbatên Êzîdî neçar bûn ku mal û halê xwe berdin û berê xwe bidin kampên li Zaxo û Duhokê.

Fermandarê Operasyonên Rojavayê Neynewa Cebar El Taî bi daxuyaniyekê da zanîn: “Hatina me ji bo Sinûnê li ser daxwaza xelkê navçeyê bû.”

Cebar El Taî eşkere kir: “Hinek çekdarên ne girêdayî hêzên ewlehiyê” rêya sereke ya nahiyeyê girtibûn û rêgirî li xelkê dikirin ku çûnûhatinê bikin, îro endazeya serbazî û artêşê karîn rêbendên ku hatibûn dirustkirin, rakin.

Herwiha destnîşan kir, dema xebata rakirina rêbendan de teqe li hêzên artêşê hatiye kirin û di encamê de leşkerek hatiye kuştin û 9 leşkerên din jî birîndar bûne.