Artêsa Iraqê li baregeha ISID ê ya Nînovayê xist

09 February 2022 02:37 0 dîtin
Artêsa Iraqê li baregeha ISID ê ya Nînovayê xist

PeyamaKurd – Artêşa Iraqê li Nînovayê li baregeha IŞİD ê xist. Ciyê ku balafirên Iraqê lê xistiye, hatiye tesbîtkirin ku IŞİD wê derê weka baregeh bikartîne.

Tora medyayê ya ewlehiya Iraqê ragihand ku artêşa Iraqê bi balafirên F-16 li baregehê xistine. Baregeha ku IŞİD ji wê derê dihat îdarekirin, şikeftekî gelek mezine û dikeve çola Nînovayê, başûrê bajarokê Hazriyê.

Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de 7 terorîstên IŞİD ê hatine kuştin.