Artêsa Îsraîl: Li Sûriyê jêrxana terorîstan hate bombebaran kirin

12 November 2023 15:58 0 dîtin
Artêsa Îsraîl: Li Sûriyê jêrxana terorîstan hate bombebaran kirin

PeyamaKurrd – Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê li Sûriyê çend deverên ku baregehên komên çekdar li wan hene, bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êraşeke asmanî de, balafirên wan ên şer “jêrxana terorîstan” li Sûriyeyê bombebaran kirine ku ev jî bersiva êrîşên ji aliyê sînor ser bilindahiyên Colanê tên kirin e.

Artêşa Îsraîlê da xuyakirin: “Berî kêliyekê, wek bersiva hejmarek êrîşên ser bilindahiyên Colanê, balafirên şer ên Hêza Parastinê ya Îsraîlê, çend bingehên jêrxana terorîstan li Sûriyeyê kirine armanc.”

Hêjayî gotinê ye, roja şemiyê Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku du moşek ji devereke vala ya bilindahiyên Colanê hatine avêtin û ti ziyaneke canî çênebûye.