Artêsa Îsraîlê kontrolkirina hin cihên stratejîk ên Xezeyê ragihand
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan çend cihên stratejîk li navenda bajarê Xezeyê ku di bin serweriya Hemasê de ye, xistine jêr kontrola xwe.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku leşkerên Îsraîlî, meclis, avahiya navendî û binkeya Polîsê Xezê û zanîngeha endezyariya Hemasê xistine jêr kontrola xwe.
Artêşa Îsraîlê bi belavkirina wêne û girtevîdyoyan da xuyakirin, leşkerên Îsraîlî û tankên Mirkaw û zirpoşên din li nav bajarê Xezê kontrola meclîs, avahiya navendî û binkeya Polîsê Xezê û zanîngeha endezyariya Hemasê ku ji bo berhemanîna çekan dihate bikaranîn xistine destê xwe.
Hate diyarkirin ku ew cihên startejîk ku çiqasî ji bo bo milîsên Hemasê xwedî girîngî ne, hêj bi serastî nehatiye zanîn, ji ber ku milîsên Hemasê revîyan nav tûnelan û xwe li wir veşartine.
Herwiha artêşa Îsraîlê rê daye ku alîkariya dermanan bigihe nexweşxaneya Şîfa ya Xezeyê û ji aliyê din ve jî balafirên Îsraîlê bingehên Hizbullaha Lubnanê li başûrê Lubnanê, îro 15ê Mijdarê bi tundî bombebaran kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin