Artêsa Îsraîlê: Me li Sûriyê li kargeha leskerî xist
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan şeva borî êrîşek li dijî armancên li Sûriyê pêk aniye û li kargeheke leşkerî ya rejîma Sûriyê xistiye.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, li nêzîkî bajarê Dera yê Sûriyê, kargeheke leşkerî ya rejîma Sûriyê hate armanc kirin.
Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye ku artêşa Îsraîlê şeva borî li du herêmên leşkerî yên çoltera Derayê xistiye û derbarê windahiyan de ti hûrgilî nehatin belavkirin.
Hate ragihandin ku êrîşa Îsraîlê, piştî êrîşa moşekî ya bi ser girên Golanê yên di bin kontrola Îsraîlê de pêk hatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin