Artêsa Sûriyê bi çekan li gundê Kefernûranê xist: 4 kustî û 8 birîndar hene
PeyamaKurd – Artêşa Sûriyê li rojavayê Helebê êrîşê bir ser gundê Kefernûranê û di encamê de 4 sîvîl mirin û 8 sîvîl birîndar bûn. Êrîş ne tenê ji aliyê Îranê de lê grûbên çekdar yên bi ser Îranê jî bi artêşa Sûriyê re ji gundê Keferhelebê êrîşa xwe kirin.
Birîndaran birin nexweşxanan ji bo dermankirinê lê dibe jimara mirî û birîndaran zêdetir bibe. Di nava rojê de artêşa Sûriyê bi topan êrîşê ser gundên rojavayê Idlibê yên bi navên Kityen, Maratnasan û li başûrê Idlibê êrîş birin ser gundê Beyninê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin