Artêsa Yemenê: Hûsiyan di êrîsan de 12 leskerên me kustin
PeyamaKurd – Artêşa Yemenê ragihand ku Hûsiyên bi desteka Îranê di nav du rojan de agirbesê îhlal kirine û di êrîşan de 12 leşkerên Yemenê kuştine û 19 leşkeran birîndar kirine.
Li gor ragihandina navenda çapemeniyê ya artêşa Yemenê; Hûsiyan di 2 rojên dawiyê de li Hudeyde, Taiz, Dali, Sada, Hacce, Cewf û Maribê 277 car agirbesê îhlal kirine.
Nûnerê Neteweyên Yekgirtî yê li Yemenê Hans Grundberg ragihandibû ku terefên Yemenê di 2 yê hezîranê de agirbesê ji bo 2 mehan dirêj kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin