Artêsa Yemenê: Hûsiyan agirbesê îhlal kir û 3 lesker hatin kustin
PeyamaKurd – Artêşa Yemenê ragihand ku Hûsiyên bi desteka Îranê peymana agirbesê îhlal kirine, di encamê de 3 leşkerên Yemenê hatine kuştin û 21 leşker birîndar bûne. Li gor ragihandina navenda medya artêşa Yemenê ku bi Hûsiyan re di bin kontrola Neteweyên Yekgirtî de peymana agirbesê îmze kiribûn, Hûsî li bajarên Hudeyde, Hacce, Taîz, Ed-Dalî û Maribê 96 car agirbesê îhlal kirine.
Hûsî heya niha li ser îhlala agirbesê ti agahiyekî nedan. Şerê navbera artêşa Yemenê û Hûsiyan ji sala 2014 an heya agirbesê dewam dikir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin