Li Sûdanê HDL agirbesê îhlal kir û li baregehên artêsa Sûdanê xist
PeyamaKurd – Hêzên desteka Lezgîn (HDL) yên Sûdanê tevî ragihandina agirbesa di navbera xwe û artêşa Sûdanê de, agirbesê îhlal kir û li payîtext Hartûmê êrîşê ser du baregehên stratejîk yên artêşa Sûdanê kir. Êrîş li başûrê payîtext Hartûmê, bi hêzeka mezin ji bo ser yekîneyên alavên zirxî kir û li bajarê Umdurmanê jî bi topên hawanê baregeha Yekîtiya Endazyaran topbaran kir.
Li ser êrîşa HDL ê, şahidên bûyerê ragihandine ku artêşa Sûdanê bersiva wan daye, di kolanên nêzî baregehê de di navbera her dû hêzan de şer dewam dike.
Aretêşa Sûdanê berê destekê dida HDL ê lê bi sedema HDL bû hêzeka serbixwe û xwurt bû, artêş niha dixwaze HDL di nav 2 salan de bi artêşê re entegre bibe û li ser mijarê ji 15ê Nîsanê heya niha di navbera wan de şer dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin