Cîranên Sûdanê ji bo diyalog û agirbesê plan çêkirin
PeyamaKurd – Wezîrên karên derve yê welatên cîranên Sûdanê planeka ku ji sê beşan pêktê çêkirin. Di nava wan de li Sûdanê agirbes û destpêkirina diyalogê heye. Di daxwuyaniyê de hat gotin divê alîkarî û alavên tibbî zûtir bigihên Sûdanê û ji bo wî jî divê li welatên cîran depoyên alavan bên amadekirin.
Ji bo depoyên alîkariyê divê ewilî agirbesekî mayînde di navbera terefan de bibe û di navbera wan de raste rast diyalog hebe. Wezîr hem biryarê dan ku di meha Êlûnê de li New Yorkê di çarçoveya civînên Neteweyên Yekgirtî de bicivin.
Li gor ajansa fermî ya Misrê civîna wezîrên karên derve ya cîranên Sûdanê li payîtexta Çadê li Encemine çêbû û daxwuyaniya xwe dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin