YE li dijî hêzên Sûdanê yên ser gurr dikin planeke nû ya guvasan amade dike
PeyamaKurd - Nûnera Yekîtiya Ewropa (YE) ya Kevana Afrîkayê Annette Weber ragihand ku YE, ji bo Sûdanê, niha li ser planeke din a guvaşên li ser aliyên ku şer dikin dixebite.
Weber diyar kir ku sepandina guvaşên li ser hin aliyên nakok ên sala borî encamên dihate hêvîkirin nedaye, lê belê vê carê wê ev guvaş bandorê li ser aliyên ku pêkoliya şer dikin bike.
“Ji sedî 24ê xelkê ketine qonaxa xelayê”
Nûnera YEyê Annette Weber di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji sedî 24 ê xelkê Sûdanê ketine qonaxa xelayê û hişyarî da ku eger hevdîtin ji nû ve neyên destpêkirin wê welat bikeve pêvajoya senaryoya Sûriye yan jî Somaliyê.
Weber tekez kir ku Platforma Ciddeyê platforma makî ya ji bo hewlan e û banga vegera li danûstandinan kir.
Nûnera YEyê qebûl kir ku aliyên vê pirsgirêkê yên derveyê Sûdanê hene û got ku “Ev alî ji bo peydakirina piştgiriya çekan dixebitin” lê belê di derbarê vê babetê de hûrgiliyên zêdetir neda.
“2 milyon penaber û 8 milyon koçber”
Nûnera YE ya Kevana Afrîkayê Annette Weber di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Li Sûdanê rewş di hefteyên dawî de xirabtir bûne û wêranî li seranserê welêt belav bûye. Qala 2 milyon penaberan tê kirin û 8 milyon kes jî koçber bûne. Xartûm jî di nav de, li Sûdanê alîkariyên mirovî nayên kirin û ev yek cihê metirsiyeke mezin e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin