Blinken: Netenyahu plana agirbesê qebûl kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu formula agirbesê qebûl kiriye.
Antony Blinken got ku hefta borî li Qatarê li ser agirbesê û guhertina esîran peymanekî nû peşkeş kirine û serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu pêşniyarê qebûl kiriye.
Blinken seredana xwe ya Îsraîlê temam kir û piştî seredanê derket ber çapemeniyê. Blinken ragihand ku ji bo agirbesa li Xezzayê biserbikeve, çûye herêmê û di pêşniyara agirbesê ya dawiyê de, hezra ewlehiya Îsraîlê kirine û pêşniyar kiriye.
Pêngava piştî qebûlkirina agirbesê ji aliyê Îsraîlê de, divê ji Hamasê were û Blinken got ku divê Hamas qebûl bike.
Hamasê, hefta borî ragihandibû ku Hamas şertên agirbesê qebûl nekiriye û Amerîka raya giştî ya dinyayê dixapîne.
Blinken piştî Îsraîlê wê here welatê Misrê û Qatarê û li ser qebûlkirina agirbesê dê xebatê xwe bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin