Blinken: Eger generalên Sûdanê agirbesê bicîh neynin dibe Amerîka dorpêçê deyne ser wan

23 May 2023 23:28 0 dîtin
Blinken: Eger generalên Sûdanê agirbesê bicîh neynin dibe Amerîka dorpêçê deyne ser wan

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken hişyariyê da generalên Sûdanê yên her dû terefan û got eger agirbesê bicîhneynin, Amerîka dikare dorpêçan deyne ser wan. Blinken ragihandina xwe di ser hesabê medya civakî yê balyozxana Amerîka ya Sûdanê de bi vîdeoyê kir. Blinken di vîdeoyê de got:

“Xeber ji me re tên ku li Hartûm a Sûdanê û bakûrê wê şerê di nav bajaran de dewam dike. Şer trajîk, bê wate û herifînere. Eger generalên her dû terefan li pey agirbesê neçin, em ê dorpêçan deynin ser wan. Ji bo agirbesê kontrol bikin ji Amerîka 3 û ji Erebistana Saûdiyê 3 kes bi temamî 12 kes hene ku ji wan komîte hayite avakirin, komite ji aliyê Amerîka de tê destekkirin û komîte wê ji dûr de wezîfê birêve bibe.

Em ê di rêya komîtê de bizanibin ku agirbes îhlal dibe, me pêvajoya agirbesê hêsan kir lê bicîhanîna agirbesê û berpirsiyariya wê di destê Konseya Sûdanê û HLD ê de ye.”

Agirbesa navbera her dû terefan di 22 ê gulanê de hatibû ragihandin.