WFP: Eger ser nesekine wê li Sûdanê xelaya mezin rû bide
PeyamaKurd - Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ji bo rewşa Sûdanê hişyariya lezgîn da û got: “Eger şerê di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn neyê rawestandin, ev yek wê li Sûdanê qeyrana herî mezin a cîhanê pêk bîne.
WFP destnîşan kir ku 25 milyon Sûdanî li seranserê welêt, Çad û Sûdana Başûr belav bûne û ji ber kêmbûna xwarinê bi pirsgirêkên jiyanê re rû bi rû ne.
Rêvebera WFP Cindy McCain di serdana xwe ya ji bo Juba ya paytexta Sûdana Başûr de got ku “eger pevçûn neyên rawestandin, wê xeteriya şerekî wêranker derxe holê û eger pêk bê, wê ev şer bibe sedema 'krîza birçîbûna herî mezin a cîhanê.”
McCain ragihand ku ji sedî 90ê kesên ku li Sûdanê bi birçîbûna tavilê re rû bi rû ne û ji ber ku rayedar rê nadin karwanên ku ji Çadê ber bi Darfûrê ve diçin, wê li deverên asê yên ku WFP nikare xwe bigihînê qeyraneke mezin rû bide.
Ji aliyê din ve Nûnera Herdem a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya DYAyê Linda Thomas Greenfield jî diyar kir ku welatê wê bi Britanyayê re hewl dide ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser rewşa Sûdanê çareseriyekê peyda bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin