Astî Herwramî bû Alîkarê Karûbarên Enerjiyê yê Serokwezîrê Kurdistanê

21 July 2019 13:09 0 dîtin
Astî Herwramî bû Alîkarê Karûbarên Enerjiyê yê Serokwezîrê Kurdistanê

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi fermanekê ragihand ku di kabîneya nehem de Aştî Hewramî ku di hikûmeta berê de Wezîrê Samanên Xwezayî bû, wekî Alîkarê Serokê Encûmena Wezîran bo Karûbarê Enerjiyê hatiye diyarkirin. 

Di fermana serokwezîran de hatiye ku biryar hatiye standin, Ebdula Ebdulrehman Ebdula ku bi Aştî Hewarmî tê naskirin, posta alîkarê Serokwezîrê Kurdistanê bo karûbarê enerjiyê werbigire.

Di fermanê de deshilatên alîkarê Serokê Emcûmena Wezîran bo karûbarê eneriyê wiha hatine diyarkirin: 

1- Şopandina bicîkirina biryar û rasparde û siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistan-Iraq di warê petrol û gazê de, ew jî li gor madeya şeşem ya yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistan- Iraqê, hejmar 22 ya sala 2007 û bi şêwirtî ligel serokê Encûmena wezîran. 

2- Pêşkêşkirina raspardeyan  bi serokê Encûmena Wezîran di warê enerjiyê de. 

3- Hemahengîkirin ligel aliyên pêwendîdarên warê enerjiyê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de. 

4- Bicîkirina erkê taybet di warê enerjiyê de ku ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê ve bi wî tê spartin. 

5- Amadebûn di civînên encûmena wezîran Herêma Kurdistanê ya petrol û gazê de li gor madeya çarem ya yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistan-Iraqê ya hejmar 22 ya sala 2017an û  nivîsandina bernameya civînan. 

Ev deshilat li gor madeya şeşem û madeya çarem a yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdisranê bi wî hatine dan. 

Di madeya şeşem ya wê yasayê de hatiye: 

Yekem: Orgenîzekirina û serpereştîkirina proseyên petrolê, dariştin û orgenîzekirin û çavdêrîkirina siyaseta proseyên petrolê, herwiha ligel orgenîzekirin û danîna pilanê, meşandin, serpereştîkirin, pişkinîn û hurbînkirina bicîkirina hemû proseyên petrolê. Herweha bi bazarkirina petrolê. 

Duyem: Danûstandin û encamdana rêkeftinan û bicîkirina hemû moletan, ên weke ew girêbestên petrolê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê encam dabe. 

Ev ferman di roja 14ê Tîmehê de bi îmzeya Serokê Encûmena Wezîran ya Kurdistanê hatiye derkirin û di roja derketina wê de tê bicîkirin. 

Aştî Hewramî ku di kabîneya pêncem aa Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wezîrê samanên xwezayî bû, di doseya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de endazyar û bicîkarê herî diyar bû ku ezmûn û pisporî û pêwendiyên xwe yên di wî warî de pêşkêş kiribû û petrol ku enerjiya Kurdiatanê ji nebûnê ve çû ser nexşeya cîhanê. 

Bi taybet piştî ku Herêma Kurdistanê gelekî hewl dabû bi rêya derkirina yasaya petrol û gazê ya Iraqê, mafê wê yê derxistin û firotin û bikaranîna petrolê hebe, lê Bexdayê gelek astengan li pêşiya derketina wê yasayê derxistine. 

Di danûstandinên vê dawiyê yên navbera Hewlêrê û Bexdayê de, hin berpirsên Bexdayê eşkere kiribûn, ku di dema xwe de Herêma Kurdistanê gelekî tekezî li ser derkirina yasaya petrol û gazê ya Iraqê kiribû, lê gelek asteng xistin pêşiya derxistina wê yasayê, ji ber ku wiha dîtin, ku Herêma Kurdistanê wê nikaribe girêbestan ji bo dîtina petrolê bike, eger bike jî, wê nikaribe bifiroşe û bazarê ji xwe re peyda bike û wê naçar bibe, petrola xwe bide wan, lê ev hemû hatin kirin û Herêma Kurdistanê girêbest ligel çend kompaniyên navdarên cîhanê yên warê enerjiyê kir, petrolê dît û bi rêya boriya di van salên dawîn de çêkiribû, şande bazarên cîhanê. 

Petrol û Gaza Herêma Kurdistanê bandor li ser başkirina elektirîka Kurdistanê jî kiriye û li gor elektirîka navçeyên din yên Iraqê ku berî 2014an û kirîza darayî, elektrîka Kurdistanê du qatî elektrîka Iraqê bû, niha  jî, elektrîka Kurdistanê ji ya navçeyên din yên Iraqê baştire. 

Aştî Hewramî di kabîneyên 5, 6, 7, 8 de wezîrê samanên xwezayî bû, di kabîneya nehem de weke alîkarê serokwezîrê Kurdistanê bo karûbarê enerjiyê di kar û siyaseta enerjiya Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.