Avahiyên Parlamentoya Ewropayê ji dîplomatên Rûs û Belarûsê re hatin qedexe kirin
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola, ragihand ku ji îro pê ve ketina nav avahiyên Parlamentoya Ewropayê ji hemû dîplomatên Rûsî û Belarûsî re tê qedexekirin.
Metsola li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ji îro pê ve ketina nav avahiyên Parlamentoya Ewropayê li dîplomat û berpirsên hikûmetên Rûsya û Belarûsê hat qedexikirin.”
Herwiha Metsola destnîşan kir ku ji bo yên hewl didin sîstema demokratîk hilweşînin di parlamentoya demokrasiyê de cî nîne.
Hêjayî gotinê ye, ji destpêka êrîşa Rûsya ya dagirkirina Ûkraynayê ve, Yekîtiya Ewropa û welatên endamên wê 4 pakêtên dorpêçên ser Rûsyayê eşkere kirine ku hin pakêtên din ên cezakirina Rûsyayê jî di rê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin