Avêtin ser kestiya Tirkiyê û 15 kesan revandin
PeyamaKurd – Nêzî Kendava welatê Gîneyê ya li peravê Okyanûsa Atlasê avêtin ser keştiya bi navê M/V Mozart ya barhilgira kargoyê ku keştiya Tirkiyê ye û 15 xebatkarên keştiyê yên Tirk revandin. Tê gotin ku di keştiyê de xebtakarekî Azerbeycanî hatiye kuştin.
Ji keştiyê bi rêya telefona berîkê ji aliyê kaptanê 4 em de hawar hat kirin û di peyamê de hat gotin ku korsanên keştiyan avêtine ser keştiyê û 15 xebatkarên wê revandine. Di keştiyê de 19 xebatkar hebûne.
Hat ragihandin ku endazyarê keştiyê wenda ye an cenaze wî di bin keştiyê de ye û di xebatkarê ku keştiyê dohn dike, di zikê wî de perçeyên şarapnelê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin