Avêtin ser nexwesxanê û 5 xebatkarên tenduristiyê birîndar kirin

03 February 2024 18:42 0 dîtin
Avêtin ser nexwesxanê û 5 xebatkarên tenduristiyê birîndar kirin

PeyamaKurd – Li bakarê Mêrdînê li nexweşxana Lêkolînê û Perwerdê hemşîreya bi navê T.B. bi hevalên xwe re munaqeşe kir û paşî bangî 8 mirovan kir. Dema mirov çûn nexweşxanê bi xebatkarên tenduristiyê re pevçûn û di encama bûyerê de 5 xebatkar birîndar bûn.

Li gor çapemeniyê; dema hemşire T.B. ku di beşa hûrnêrînê de bi hevalên xwe re niqaşê dike bangî grûbekî hevalên xwe ji Batmanê dike. Dema hevalên wê ji Batmanê tên, deriyên ku kes nikare di wan de derbasî nexweşxanê bibe, bi kartê xwe yê fermî yê taybet wan dixe nexweşxanê û heya bûyer ew çend mezin dibe.

Piştî bûyerê hêzên asayîşê 9 kesan xist binçav. 5 ji wan hatin girtin û wan şandin zîndanê. Hemşîre T.B. û 3 kesên din bi şertê kontrola edlî serbest berdan.

Rêvebiriya nexweşxanê di derbarê hemşîrê de lêpirsîna îdarî da destpêkirin.