Aydin Marûf: Pêkhateyên Kurdistanê dixwazin hilbijartin di dema xwe de bê kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan ê Herêma Kurdistanê Aydin Marûf, îro 7ê Gulanê di civîneke rojnamevanî de got, ew wek nûnerê karûbarê pêkhateyan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dixwazin hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên kirin.
Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan ê Herêma Kurdistanê Aydin Marûf, daxwaz ji aliyên siyasî kir ku şert û mercên pêkhateyan berçav bigirin û pirsgirêkên xwe yên siyasî tevlîhev nekin.
Aydin Marûf got, ew weke pêkhate hertim piştevaniya wê yekê dikin ku hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bê kirin û bi ti awayî neyê paşxistin.
Marûf da zanîn, hilbijartin girîngî û aliyên wê yên niştimanî hene, lewma divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê wek pirseke girîng li hilbijartinê binêrin û wê ji pirsgirêk û nakokiyên siyasî dûr bixin.
Aydin Marûf diyar kir, 11 parlementerên Parlementoya Kurdistanê ku nûneratiya pêkhateyên curbicur yên Kurdistanê dikin, beşdariyeke wan a çalak di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye, ji ber wê jî ew di wê baweriyê de ne ku pêwîst e aliyên siyasî rewşa xwe li ber çavan bigirin û rê nedin ku mafên wan bên binpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin