Bafil Talabanî peyama pîrozbahiyê ji serokkomarê nûh yê Îranê ji Pezeskiyan re sand

06 July 2024 19:19 0 dîtin
Bafil Talabanî peyama pîrozbahiyê ji serokkomarê nûh yê Îranê ji Pezeskiyan re sand

PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî ji ber di hilibijartina serokkomariya Îranê de Mesûd Perezeşkiyan qezenc kir û bû serokkomarê nûh yê Îranê, Pezeşkiyan pîroz kir û partiya YNKê bende ye ku pê re bixebite. Talabanî di peyam xwe de got:

“Bi vê wesîlê, berjewendiyên me yên hevpar û di parastina qedr û qiymetên me de, têkiliyên ku ji zûde di navbera xelkê Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de hene, em dixwazin car din bêjin ku em dixwazin biratiya xwe bêhtir pêş bixin.”

Bafil Talabanî di dewama peyama xwe de weha got:

“Em bawerin bi serokatiya we, wê Îran roleka mezin di parastina îstîqrara herêmê de, di xwurtkirina pêwendiyên bi welatên dost û cîranan re, roleka baş bileyîze.”