Bafil Talebanî: Emê dawî li rêveberiya nedadmend a Kerkûkê bînin!
PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Niştîmanîya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî beşdarî bangeşeya hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê bû ku 18ê mehê diçin ser sindoqan.
Talebanî got, pêşeroja Kerkûkê di destê we xelkê Kerkûkê de ye, ji ber vê yekê bang li xelkê Kerkûkê dikim bi berpirsyarike nû biçin ser sindoqan.
Bafil Talebanî diyar kir; “Ji ber ku hûn dengê xwe didin da ku parêzgarê bê yê bajarê xwe diyar bikin. Em ê xaka tu kesî dagir nekin, lê em qebûl nakin tu kes xaka me jî dagir bike.”
Herwiha Talebanî got: “Em soz didin ku em ê nehêlin tu kes xiyanetê li keç û xortên bajarê me Kerkûkê bike. Em dixwazin bi her kesî re nîşan bidin ku dê di rêveberiya bê ya Kerkûkê de çawaniya desthilatdariyê hebe û dawî li vê rêveberiya nedadmend bînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin