Bager û lehiyê li 6 eyaletên Amerîkayê bandor kir, hejmara miriyan 45 kesan derbas kir

03 September 2021 19:34 0 dîtin
Bager û lehiyê li 6 eyaletên Amerîkayê bandor kir, hejmara miriyan 45 kesan derbas kir

PeyamaKurd – Li 6 eyaletên Amerîkayê du roj in bi sedema bagara Îda û rabûna lehiyan ziyaneke mezin a canî û madî çêbû.

Li gorî zanyariyên dawî, heta niha ji ber bager û lehiyê, bi sedan mal di ber avê re çûne û herî kêm 45 kesan jî can daye.

Herwiha li bajarên New York û New Jersey ku bandoreke giran a bobelatê çêbûye jî rewşa lezgîn hatiye ragihandin.

Parêzagrê eyaleta New Jersey Phil Murphy eşkere kir, ji kesê di otomobîlên xwe de asê mane û li ber ava lehiyê çûne 23 mirov mirine. Li New Yorkê jî herî kêm 14 kes mirine ku di nav wan de 2 jî zarok hene.

Li gorî rayedarên bajêr 11 kesên di jêrzemînên avahiyan de asê mabûn jî di nav avê de qeniqîne.

Ji ber rabûna lehiyê, gelek stasyonên trên û metroyê jî hatine girtin.

Şaredarê New Yorkê Bîll de Blasîo gotiye, agahiyên şaş ên pisporên rewşa hawayê bûne sedema ku tedbîrên pêwîst neyên girtin.