Bajarê Wanê bi erdhejeke hêza 3.5an hejiya

24 June 2021 19:51 0 dîtin
Bajarê Wanê bi erdhejeke hêza 3.5an hejiya

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi hêza 3,5 a pîveka rixterê rû da.

Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku îro Pêncşemê li demjimêr 16:59an  li navçeya Tuşba ya bajarê Wanê erdhejeke bi pileya 3.5 a rixterê rû da.

Hat diyarkirin ku navenda erdhejê navçeya Tuşba ye û kûrahiya wê jî 6.8 kîlometre di erdzemînê de ye.

Piştî erdhejê ti ziyaneke canî û madî nehat ragihandin.