Bajarê Wanê bi erdhejeke hêza 4.5an hejiya

20 December 2020 10:32 0 dîtin
Bajarê Wanê bi erdhejeke hêza 4.5an hejiya

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê îro 20ê Kanûnê li demjimêr 7:32yan erdhejeke bi hêza 4.5an rû da.

Çavdêrxaneya Kandillî ya Lêkolînên Erdhejan a Tirkiyê ragihandin ku li navçeya Elbakê ya Wanê îro li demjimêr 07:32yan erdhejeke bi pileya 4.5 çêbûye ku kûrahiya wê ya erdzemînê 12.95 km ye.

Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê (AFAD) jî pileya erdhejê wekî 4.4 pîva.

15ê Kanûnê jî li Wanê erdhejeke bi pileya 4.7an rû dabû û 12 xaniyan xisar dîtibû.

Hevdem li bajarê Mugla navçeya Urlayê jî erdhejeke bi pileya 3.8an çêbûye ku derbarê ziyanên herdu erdhejan de hîn agahî nehatine.