Bakirhan: Bi qeyûman kemîn li ber hêviyên astiyê danîn
PeyamaKurd - Li ser danîna qeyûm li ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn, Batman û navçeya Xelfetî ya Rihayê, Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) wekî bertek civîna koma xwe ya parlamentoyê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li dar xist. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan di civîna koma partiyê de axivîn.
Tuncer Bakirhan, li ser silava li parlamentoyê û bangewaziya Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya ji bo Abdullah Ocalan ku dibêje, ‘Bila were li parlamentoyê hilweşandina PKK’ê ragihîne’ û destpêkirina proseyeke nû got, “Derbeya we ji bo gelê Mêrdîn, Batman, Xelfetî û Esenyurtê ne tiştek e. Ev derbekar dê bikevin nav rûpelên tarî yên dîrokê. Desthilat dibêje ez destê xwe dirêj dikim lê li aliyê din zilmê dike. Ev xelk dê çawa ji we bawer bike, dê çawa ji jidilbûna silava we bawer bike?
Bila êdî Kurd çi bikin?
Bakirhan diyar kir, “Me destê wan girt lê destê ku we jî dît ji bo qeyûman bû. Wan niyeta xwe ya rast eşkere kir. Birêz Bahçelî, Erdogan bila Kurd çi bikin? Ji hemu partiyên li parlamentoyê dipirsim bila êdi Kurd çi bikin? Bi tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê û bi tecrîdkirina DEM Partiyê ya li parlamentoyê aştî çênabe.”
Bakirhan got, “Erdogan dibêje birayên min ên Kurd muxateb in lê qeyûman datînin ser îradeya gelê Kurd” û got: “Ji diyalogê direvin çimkî dê diyalog nîşan bide bê kî aliyê çareseriyê ye. Heke mizakereyê bikin dê rastiya wan derkeve holê. Em wekî her demê îro jî ji bo çareseriyê amade ne. Di destê me de kevokên aştiyê hene lê di destekî we de zilm û di destê din de qeyûm hene. Wan kemîn li ber hêviyên gel ên aştiyê danî û qeyûm tayîn kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin