Bakirhan: Divê bilez sererastkirinên hiqûqî û siyasî bikevin warê bicihkirinê
PeyamaKurd - Hevserokê Partiya Wekhevî û Aştiya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakırhan di civîna Meclîsa Partiyê de gotarek pêşkeş kir.
Bakırhan li ser banga Ocalan a çekdanînê û hilweşandina PKKê got, “Li benda bangewaziyekê bûn, belê hat kirin. Êdî divê sererastkirinên hiqûqî û siyasî bilez bên kirin û bikevin warê bicihkirinê. Parlamento di 50 salên dawî de, rûbirûyî lîstina roleke gelekî girîng e. Muxetabê vê bangewaziyê parlamento ye.”
Bakirhan di dewamê de da zanîn, "Rêberê PKK Abdullah Ocalan banga dîrokî kir ji bo avakirin û veguhertinê. Bangeke wisa bû ku divê bi amrazên nû û li ser bingeheke demokratîk pêvajo pêş bikeve. Bang bidawîkirina şer û pevçûnê ye ku 50 sal e didome û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û muzakereyê li ser bingeheke demokratîk bû, girîng bû, erênî bû."
Hevserokê DEM Partiyê wiha pê de çû: "Navê bangê jî pir girîng bû. Nav ji naverokê zêdetir tiştekî vegot. Sernav gaziya 'aştî û civaka demokratîk' bû. Em jî piştî vê bangê yekem civîna xwe dikin. Ji ber ku bang ne tenê guhertin û veguherînê datîne pêşiya desthilatdariyê, di heman demê de datîne pêşiya partiyên siyasî, me, hemû kesî. Dema nû di heman demê de dê bibe demeke guherîn û veguherînê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin