Bakirhan: Hinceta ser nemaye, divê maf bi qanûnan bên misogerkirin
PeyamaKurd- Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li bajarê Qersê axivî û bang li hikûmeta Tirkiyê kir û got, êdî hinceta şer nemaye û divê bi ‘qanûnê veguhêz’ maf û azadî bi awayekî yasayî bên misogerkirin.
Bakirhan îro 30yê Cotmehê di ‘Hevdîtina Gel û Baweriyan’ de li baarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê axivî.
Bakirhan çanda pêkvejiyanê ya li Qersê weke mînakek ji bo Tirkiyeyê nîşan da û got, “Daxwaza me komareke demokratîk e ku hemû nasnameyan hembêz bike û em di hiqûqa dewletê de wekheviyê dixwazin.”
Derbarê vekişîna hêzên çekdar ên PKKê li ser banga Abdullah Ocalan jî Bakirhan got: “Madem pirsgirêka çekan ji holê radibe, erkê dewletê ye ku rêkarên nîjadperest û dij-demokratîk rake.”
Bakirhan da zanîn, êdî hinceta nîjadperestan nemaye û got: “Divê hiqûqeke misoger were avakirin, da ku sibe kesek nikaribe li gorî serê xwe biguherîne. Têkoşîna me ji bo vê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin