Bakirhan: Neviyên Sêx Seîd saredariyê radestî yên dijûnan li rêberên Kurd dikin nakin
PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çarçoveya gera xwe ya ji bo hilbijartinên herêmî ya bajar û parêzgehên bakurê Kurdistanê de li Çexligê bang li Kurdên Zaza kir ku dengên xwe nedin kesên ku dijûnan li rêberên Kurdan û zimanê Kurdî dikin.
Bakirhan di axaftina xwe de destnîşan kir ku li Çewlîgê yek tabelayeke bi Kirmanckî, yek cadeyeke bi navê pêşengên Kurdan tune ye û got:
“Li vî bajarî bi sedan kesên me yên navdar hene ku canê xwe ji dest dane. Navê tu rêberekî Kurd li kolan û cadeyan nehatiye kirin, lê belê dema diaxive, dibêje ‘Ez Zaza me.'sKesekî ku Zaza be pişta xelkê xwe digire û tê vê meydanê. Yê ne li vê derê be, ne Zaza ye û ne jî xizmeta Kurdan dike.”
"Neviyên Şêx Seîd şaredariyê radestî kesên dijûnan li rêberê Kurd dikin nakin"
Bakirhan hevpeymaniya AK Partî û MHPê destnîşan kir û dom kir: “Ew zimanê we nahesibînin û dibêjin: ‘Ey gelê Kurd, werin deng bidin me, bila MHPya ku heqaretê li zimanê Kurdî û Şêx Seîd dike, bibe hevbeşê şaredariya we.”
Bakirhan ragihand ku roja 31ê Adarê neviyên Şêx Riza û Şêx Seîdê Pîran, şaredariyê radestî kesên ku dijûnan li rêber û zimanê wan dikin nakin û got: "Wê gelê Çewligê, bersiva pêwîst a kesên ku li Çewligê Kurd, li Enqereyê jî bi JİTEM û Ergenekoniyan re hevpeymaniyê dikin bide wan."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin