Bakurê Kurdistanê, di serjimêra zarokan de li lûtkeya Tirkiyeyê ye

20 April 2022 17:56 0 dîtin
Bakurê Kurdistanê, di serjimêra zarokan de li lûtkeya Tirkiyeyê ye

PeyamaKurd-Li gorî daneyên Saziya Serjimêriyê ya Tirkiyeyê; li gelemperiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, zarokên herî zêde li Riha û Diyarbekirê ne. Bajarên ku hejmara zarokan lê zêde tê dîtin jî dîsa bi gelemperî bajarên bakur in.

Li gorî Pergala Qeydkirina Nifûsê ya Spartiyê Navnîşanan (ADNKS) ji %26,9ê Tirkiyeyê ji zarokan pêk tê û hejmara herî zêde ya zarokan jî li bajarên wekî Diyarbekir, Riha, Şirnex û Wanê tê dîtin.

Li gorî qeydên ADNKSê, di lêkolîna serjimêra zarokan a li bajaran de; di sala 2021ê de serjimêra herî zêde ya zarokan bi rêjeya ji %45,2 li Rihayê ye. Piştî Rihayê, ji %42,3 Şirnex, ji %40,1 Agirî, ji %39,7 Sêrt, ji % 39,7 Mûş, ji %39,2 Mêrdîn, ji % 39 Êlih, ji %38,8 Wan û ji % 38 jî Diyarbekir e.