Balafira ser ket û ajotvan mirin

12 August 2023 18:01 0 dîtin
Balafira ser ket û ajotvan mirin

PeyamaKurd – Li Rûsyayê li devera Kaliningradê balafira nesla 4ê ya piralî Su-30 di dema fira xwe ya perwerdê dikir ket. Li gor ragihandina fermandariya herêma rojava ya leşkerî ya Rûsyayê agahî wehaye:

“Balafira Su-30 ya şer di 12 ê Tebaxê de li devera Kaliningradê di wexta fira xwe ya perwerdê dikir, ket ciyekî tenha ku kes lê tinebû. Ajotvanên balafirê jiyana xwe ji dest dan.”

Hat gotin ku balafir bê çek bûye û dibe sedema ketina wê ji ber sedemkî teknîkî be.