Balafira Tehranê bilez danî: Li Enqerê alarma vîrusa koronayê
PeyamaKurd – Balafira Tehran û Stenbolê bi sedema gumana vîrusa koronayê li ser hin rêwiyan heye, bilez li Enqerê danî.
Li gorî daxuyaniyên nefermî yên destpêkê, kela laşê 12 rêwiyan zêde derketiye û 17 rêwiyên di balafirê de gumana vîrusê li ser wan heye.
Piştî danîna bilez a balafirê, gelek tîmên pizîşkî û ambûlans bo Balafirxaneya Esenboga ya Enqerê hatine veguhestin.
Li gorî hin çavkaniyan jî di rêwiyekî balafirê de vîrusa koronayê heye, lê hîn encamên lêkolînên pizîşkî nehatine eşkere kirin.
Îro herî dawî li Kerkûkê jî li ser 4 kesan vîrusa koronayê hatibû tesbît kirin ku bi taybet piştî belavbûna li Îranê ku heta niha 15 kesan can daye, metirsiyeke mezin li ser welatên derdorê çêbûye.
Beriya niha li bajarê Wanê jî 5 kesên 3 ji wan ji Îranê hatibûn, li nexweşxaneyê xistibûn bin çavdêriyê, lê piştre berpirsên tenduristiyê ragihandibûn ku vîrus li wan peyde nebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin